Li Xwepêşandana Afganistanê, 12 Kes Hatin Kuştin

Keçeka Afganî beşdarî xwepêşandanan dibe, piştî endamên malbata wê li hêrişa hêzên NATO û Afganî hatin kuştin.

Karbidestên Afganî dibêjin bi kêmî ve 12 kes hatine kuştin li xwepêşandanên bi alozkarî dijî hêrişeka NATO’yê li bakura Afganistanê ku 4 kes kuştin.

Pirtir ji 2000 xwepêşander roja Çarşembî digel polîsan li Taloqan, paytexta parêzgeha Texar bi şer çûn.

Xwepêşander dijî hikûmetên Amerîka û Afganistanê dirûşim didan û termê bi kêmî yêk li wan kesan rakir bûn ku di hêrişa NATOy da hatibû kuştin. Karbidest dibêjin bi kêmî ve 80 kes birîndar bûn.

Karbidestên Afganî dibêjin li hêrişa bi şev ya NATO’yê li wî bajêrî 4 kesên sîvîl hatine kuştin. Lê NATO ragihand ku kesê hatibûne kuştin serhilda bûn, ku du li wan jin bûn.