Talîbanê bi Çekên Giran Êrîşî Parlemana Afganî Dike

Di êrîşeke xwekujî de, mîlîtanên Talîbanê îro Duşemê bi çekên giran parlamena Afganistanê kirin armanc.

Êrîşa wan ji jimareke peqîn û teqelêdan, dema ku qanûndaner li hindur bûn. li dervayê avahîyê pêk hat.

Berdevkê Wezareta Hindur Sedîq Sediqî dibêje, 7 çekdarên Talîbanê beşdarî vê êrîşê bûn û ew hemû ji alîyê hêzên ewlekarî yên Afganî ve hatin kuştin.

Wezaretê got, kesek ji qanûndaneran zîyan jiber êrîşê nedît. Lê, karbidest dibêjin, bi kêmî 30 kesên din birîndar ketin û ji wan 5 jin û 3 jî zarok hebûn.

Balyozxaneya Amerîkî li Kabulê daxuyanîyek derxist, tê de ev êrîş şermezar kir û got, “êrîşa ser parlamenê bêrêzîyeke eşkere ye jibo demokrasî û desthilatdarîya qanûnê.”

Talîban jî daxuyanîyek belav kir, tê de berpirsîya êrîşê xist stûyê xwe.