Serokê Afganistanê bo Cara Duyem Dimîne Serok

Komisyona hilbijartinan a Afganistanê îro Yekşemê serkeftina serokê welêt di hilbijartinan de ragihand û got wî 50.64% ji dengên parlemanê wergirtin.

Encamên rapirsîna serokatiyê yên 28 meha Çirya Pêşîn, çend caran hatin paşxistin, di demkê de ku tawanbarî dibûn li dor jimartina ne durist û pirsgirêkên teknîkî yên jimartina dengan.

Eşref Xenî serkeftin qezenc kir li beramber rikberê xwe Ebdulla Ebdulla yê ku serokê cîbecîkarê welêt e.

Eger encam wiha bimînin û Xenî bimîne serok, wê wî desthilat hebe ku roleke sereke di axaftinên bi Talîbanê re bilîze.

Nivîsîngeha Ebdulla di daxuyaniyekê de got encamên hilbijartinan “ne rewa ne.”