Hêzên Amerîkayê îro Sêşemê ragihand ku wan bi hevkarî ligel hêzên Nejîryayê di navbera 16 û 18'ê Gulanê de bêtirî 176 terorîstên Daişê li bakurê rojhilatê Nejîryayê ji holê rakirine.
General Dagvin Anderson, Fermandarê Fermandarîya Amerîka li Afrîqayê (AFRICOM) di daxuyanîyekê de got: "Ev operasyon nîşana nirxê bêhempa yê hevparîya Amerîka û Nejîryayê ye. Ew bi rîya hevkarî û kordînasyona hêzên me di çend mehên dawî de bû tiştekî pêkan."
Ji alîyê xwe ve, General Samaila Uba, Rêvebirê Zanyarîyên Berevanî li Wezareta Berevanîya Nejîryayê, got ku "operasyonên hevbeş dê bi berdewamî wan kesan bike armanc ewên ku gefeyê li welatê me û aramîya herêmî dikin."
Hêjayî gotinê ye ku komên ser bi Daişê ve li hinek parêzgehên bakur û rojhilatê Nejîryayî di salên dawî de çalak bûne û hejmareke berçav a kiryarên terorîst li dijî hêzên xwecihî û welatîyên sivîl pêk anîne.