Avakirina Komgehên Guhertina Demografîk li Efrînê Didome

Pêvajoya avakirina komgehan li herêma Efrînê jibo bicîhkirina malbatên komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve didome.

Hefteya borî komgeheke nû li navçeya Cîndirêsê hate vekirin ku rêxistina bi navê (Ferîq Îdlib El-Weten) komgeh ava kiriye. Herwiha perepêdana wê ji alîyê komela Filistînî ya bi navê (Ajnadîn ya Xêrxwazî) ve hatiye pêşkêş kirin loma komgeh bi navê (Gundê Ajnadîn) hatiye bi nav kirin.

Çavkanîyek agahdar ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku ev komgeh li ser zevîyê malbateke Kurd ya Efrînî hatiye ava kirin. Li nêzî gundê Hemîlkê yê bi ser Cindirêsê ya Efrînê ve dikeve û xwedîyên zevî du birayên bi navê Murad û Mecîd Menan in.

Murad Menan yê 59 salî ji Dengê Amerîka re got ku komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve dest danîne ser zevîyê wan. “Ev 50 sal in ku ew arazîyê malbata me ye û rûbera wê 2 hektar in. Me bi zeytûn çandibûn, piştre jî me bi sebze û tene diçandin”.

Menan ku ji sala 2018’an de bi neçarî ji Efrînê derketiye û niha li Qamişlo derbider e, got ku komgeha navborî li ser para pismamên wî hatiye çêkirin û ew nizanin ku li ser para wî de jî xanî werin ava kirin yan na.

Li gor agahîyên ku Dengê Amerîka bi dest xistine, qonaxa yekê ji avakirina komgehê ji 50 xanî, xwendingeheke olî û mizgeftekê pêk tê, ku malbatên koma çekdar ya “Ahrar El-Şam” ku komeke Îslamî ya radîkal e lê tên bicîh kirin. Herwiha tê plan kirin ku di qonaxeke din de ta 200 xanî li komgehê bên ava kirin.

Her çiqas ku wezareta derve ya desthilata Filistînî çi têkilîya xwe ligel komele û rêxistinên perepêdana avakirina komgehan li Efrînê dikin red kiribû, lê vekirina komgeha (Ajnadîn) dide xuya kirin ku, ev pêvajo hîn berdewam dike.

Mihemed el Xalid, berpirsê projeyan li rêxistina Ajnadîn, ji Dengê Amerîka re got ku hayê wan ji pirsgirêkên sîyasî yên aloz li nav Sûrîyê tune ye.

“Me projeyek pêşkêş kir û di warê mirovahî de pêk anî, lê ti agahîyên me bi mijarên din yên girêdayî rewşa Sûrîyê tune ne,” wî got û da zanîn ku “ev ax axa hemû xelkê Sûrîyê ye û ne girîng e kî bin û ji ku derê bin.”

Xalid herwiha dîyar kir ku rêxistina Ajnadîn cudahîyê di navbera Kurd û Ereb, Sunnî û Şîa û Elewîyan de nabîne.”

Pirtir ji 20 komgeh hatine avakirin

Ji dema destdanîna Tirkîyê li ser Efrînê di sala 2018’an de pêvajoya avakirina komgehan li vê herêma Kurdî birêkûpêk berdewam dike.

Komgeha yekê di Mijdara 2018’an de bi navê (El-Qerîyê El-Şamîyê) li kaşê Çiyayê Lêlûn nêzî bajarê Efrînê, hate ava kirin. Niha li wî cihî sê komgeh hene û plan jibo sisêyên din jî tê kirin ku ji 400 xanîyan pêk tên. Îsal tên ava kirin, ew jî bi perepêdana rêxistina (Kiweyt El-Rehmê) ya Kuweytî ne.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafê Mirovan di raporta xwe ya salane de dor rewşa mafên mirov li Efrînê, bi belge dîyar kiribû ku di sala 2022an de 6 komgeh li Efrînê hatine ava kirin.

Herwiha û hemwextî vekirina komgeha (Ajnadîn) ku weke yekem komgeha sala 2023an bû, alîyê Tirkî ragihand ku wan avakirina komgeheke ku ji 40 xanîyî pêk tê li navçeye Şera, bi dawî kirine.

Bi van herdu komgehan re, hejmara komgehan li Efrînê 20an derbaz dike, ku li navçeyên Şêrewa, Cindirêsê, Şera, Şîyê û Mabata hatine ava kirin û malbatên komên çekdar herwiha Ereb û Tirkmenên ji derveyî herêmê lê hatine bicih kirin.

Hinek ji van komgehan li ser zevî û arzîyên taybet yên şênîyên herêmê yên Kurd tên ava kirin weke komgeha (Ajnadîn) û komgeha (Besme) ya li gundê Şadêrê yê Êzîdî, herwiha hinek komgeh li şûna daristan yan cihên arazîyên giştî tên avakirin weke komgeha li gundê Keferûmê yan komgeha li Çiyayê Şewitî yê nêzî gundê Kefirsefrê, herwiha komgehên li kaşê Çiyayê Lêlûn.

Armanca Tirkîyê ji avakirina komgehan çi ye?

Serokê rêxistina Sûrîyên jibo Rastî û Dadmendîyê (STJ) Besam El Ehmed ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku gelek alî di pêvajoya avakirina komgehan de beşdar in.

“Di perepêdan, çavdêrî yan pêkanîna li ser erdê de, alîyên navxweyî, herêmî yan navdewletî cih digirin, tişta hevbeş di nava wan de ew e, ku hemû xwedî nasnameyeke îslamperest in û têkilîyên wan yên baş bi hikûmeta Tirkîyê re hene, herwiha pir caran keysbazî ji alîkarîyên navneteweyî yên hawarçûnê jî tê kirin”.

Çavkanîyên agahdar dîyar dikin ku, perepêdana avakaina komgehan ji alîyê rêxistinên Tirkî ve tê kirin weke (AFAD, IHH, Weqfa Diyanet, … hwd), herwiha gelek komele û rêxistinên bi ser Îxwan El-Muslîmîn ve ne piştgirî didin ava kirina komgehan ku bi taybetî Qeterî, Kuweytî û Filistî ne.

Dengê Amerîka hewl da ku peywendîyê lige Wezareta Derve ya Tirkîyê bike, lê ti bersiv ji alîyê wan ve nehate dayîn.

Hêjayî gotinê ye hikûmeta Kuweytî berî demekî biryar dabû ku hemû piştgirîya avahîsazîyê jibo Sûrîyê rawestîne, lê tersî biryarê perepêdana rêxistinên Kuweytî jibo avakirina komgehan li Efrînê berdewam dike.

El-Ahmed bal kişand ku Tirkîyê li Efrînê hêzeke dagîrker e, loma ew ji ber hemû binpêkirinên li herêmê diqewimin û di nav de avakirina komgehan li gor qanûna navneteweyî pirsyar e.

Herwiha li ser armanca Tirkîyê ji El-Ahmed dibîne ku: “Tirkîyê dixwaze guhertina demografîk li herêmê pêk bîne, stratejîya wê ya jinavbirina hebûna Kurdan li tevahî bakurê Sûrîyê heye, neku tenê li Efrînê, loma ew komgehan weke alav bikar tîne, da ku herêmên Kurdî ji hev biqetîne û Kurd li herêmê weke kêmîneke lawaz bimînin”.

Karbidestên Tirkîyê, di nav de jî serokê wî welatî, gelek caran dîyar kiribûn ku ewê penaberên Sûrî ku li Tirkîyê ne vegerînin bakurê Sûrîyê û jibo wan komgehan ava bikin.

Metin Çorabatir, Serokê Navenda Lêkolîna Penaberî û Koçberîyê li Enqerê, ji Dengê Amerîka re got ku hejmarek biçûk ji penaberên Sûrî yên li Tirkîyê bûn hatine vegerandin bo Sûrîyê.

“Lê ez bawer nakim ku ev yek li ser hesabê Kurdan li Efrînê hatibe kirin, jiber ku hinek deverên Ereban jî li bakurê Sûrîyê hene,” Çorabatir got û zêde kir ku “Belkî li hinek cihan ev komgeh li ser erdên Kurdan hatibin ava kirin, lê ez bawer nakim ku hikûmeta Tirkîyê bi awayekî sîstematîk guhertineke demografîk li wan deveran dimeşîne.”

Komgeh dê encamên metirsîdar bi xwe re bînin

Çavdêr hişyarî ji berdewamîya avakirina komgehan didin. Nivîskarê Kurd Pîr Rustem ku bixwe ji Efrînê ye li ser vê mijarê got ku: “Tişta ku Tirkîyê bi alîkarîya rêxistinên Îxwan El-Muslîmîn li Efrînê dike, ji siyasetên Bees û çembera Erebî xetertir e, çimkî îro dixwazin hebûna Kurdan tune bikin.”

Rustem helwestên alîyên sîyasî yên Kurdî niraxind û got ku “Ji alîyên sîyasî tê xwestin bi pirsyarîyên xwe rabin, em dibînin ku partîyên di nava Rêvebirîya Xweser de, herwiha Yekîtî û Pêşverû xwedî helwestên zelel in li dijî siyasetn Tirkîyê, lê mixabin ENKS’ê ku di nava îtîlafa opozisyona Sûrî de ye, xwedî helwesteke lawaz e û nikare kiryarên dijî gelê me şermezar bike.”

Serokê STJ’ê Besam el Ehmed tekezî li ser girîngîya karê sîyasî û qanûnû li hember avakirina komgehan kir.

“Divê ev binpêkirin bên belgekirin û her alîyê destê xwe tê de heye werin dest nîşan kirin, herwiha têkilî bi alîyên navneteweyî yên peywendîdar re bê danîn ku avakirina komgehan raweste, çimkî ew bandorê li ser hemû Sûrîyan dike, çimkî ev pêvajo rewşeke defakto derdixe holê ku derbider û penaberên Sûrî jê zerarê dibînin.”

Ji alîyê xwe ve Emîn Murad Menan tekez kir ku destdanîna ser zevîyê wî li Efrînê jibo avakrina komgehê mafê wî binpê dike û ew qet vê yekê qebûl nake: “Bi çi qanûnî zevîyê min distînin û li ser komgehê ava dikin, ez dev ji mafê xwe bernadim, herwiha bang li sazîyên mafên mirov dikim ku, fişarê li Tirkîyê bikin ji van kiryaran vegere.”

Hêjayî bibîrxistinê ye komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve ji dema destdanîna ser Efrînê de, gelek sûc û binpêkirin derheqa gelê herêmê de encam dane.

Çalakvanên Kurd ji herêmê dîyar dikin ku Tirkîyê dixwaze guhertina demografîk li Efrînê pêk bîne, loma ne tenê komgehan ava dike, lê dest danîye ser mal û milkê gelê herêmê, herwiha pirtir ji 300 hezar Kurd daye koçber kirin û li şûna wan Ereb û Tirkmenên nêzî xwe bicîh dike.

Komîteya Lêkolînê ya Taybet bi Sûrîyê ku bi ser Neteweyên Yekbûyî ve ye, di çend raportên xwe de dîyar kiribû ku binpêkirinên li Efrînê diqewimin, dikevin çarçoveya sûcên şer û yên li dijî mirovahîyê.