Efrînî bo Sekinandina Êrîşên Tirkîyê Çûn Navenda Leşkerî ya Rûsî ya li Şehba

Rûniştvanên Efrînê ku li herêma Şehba derbider in, duh bi sedan berê xwe dan navenda leşkerî ya hêzên Rûsî li gundê Wehşiyê û xwepêşandek li darxistin.

Xwepêşandaran pankart û dirûşmeyên ku dixwazin êrîşa Tirkîyê li ser Bakur û Rojhilata Sûrîye raweste, hildan.

Tevî ku rê nehat dayîn, şandeke ji xwepêşandaran derbazî navenda hêzên Rûsî bûn û bi leşkerên Rûsî re civîn.

Şandeyê ji gel û ragihandinê re da dîyar kir ku wan nameyek jibo serokê Rûsya Vladimir Putin radestî generalên navenda leşkerî kirin.

Şandeyê da zanîn ku naveroka nameya wan ew ku Rûsya êrîşa Tirkîyê û grubên cekdar yên pê re rawestîne û rê nede ku tiştên ku li Efrînê diqewime dûbere bibe.

Hêjayî bi birxistine ye ku gelek çalakî û xwepêşandan ji alîyê derbiderên Efrînê li ber navenda leşkerî ya hêzên Rûsî tên lidarxistin.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_10_22_2019_Efrîn_Rûs