Yekîtîya Afrîqa Endamtîya Sudanê Rawestand

Yekîtîya Afrîqa endamtîya Sudanê heta ew hikûmeta demkî ya sivîl ava dike rawestand.

Ji hesabê Twitterê yê yekîtîyê hat gotin ku bo tundûtûjî bisekine yekane rê avakirina hikûmetê ye.

Yekîtîya Afrîqa ji artêşê xwestibû ku rêvebirîyê heta roja Sêşemê bide hikûmeteke sivîl, lê danûstandinên bi opozîsyonê re roja Sêşemê bi dawî bûbûn.

Doktorên nêzî opozîsyonê gotibûn ku karbidestên ewlekarîyê roja Duşemê li Xartumê 108 kuştine, lê Wezareta Saxlemî ya Sudanê ew îdia red kiribû û dabû zanîn ku 61 kes hatine kuştin.