Ajansa Nûçeyan ya Hawar (ANHA) bi lezgînî radigihîne ku agirbestek di navbera hêzên Kurdî û yên rejîmê de li bajarê Hesekê pêk hat.
Li gor ANHA yek ji mercên herî girîng ya vê agirbestê ew e ku hêzên rêjîma Baas ji bajarê Hesekê derdikevin û hêzên Asayîşa Rojava bajêr biparêzin.
ANHA dide zanîn ku agirbest li ser daxwaza rûspî û eşîrên herêmê pêk hatiye.
Hêjayî balkişandinê ye ku di nav hefteya borî de şerên giran di navbera hêzên Kurdî û yên rêjîma Baas de çêdibûn.
Hin jêderên Kurdî îdia dikir ku hêzên Îranî û yên Hîzbullah a Lubnanî di şerên dawî de, li kelêka hêzên reîjîmê dijî Kurdan şer dikir.