Jêderên nava bajêr tekez kirin ku hîn topbarandin berdewam e, her wisa ku hewledanên artêşa Tirkî û giropên wê derbasbûna bajêr berdewam dike.
HSD ragihand ku ew di pêkanîna agirbestê de rişd in, lê dîyare Tirkî di êrîşa xwe de berdewam e.
Berpirsekî naveda ragihandina YPG Mervan Rojava ji dengê Amerîka re ev agahî tekez kirin.
Nexweşxanîya bajarê Tiltemir tekez kir ku birîndar û kuştî hîn dighêjin wan,
Berpirsê têkilîyan ya Heva Sor a Kurdî Kemal Dirbas ji Dengê Amerîka re tekez kir ku di encama toparandina artêşa Tirkî li gondê Um el-Xêr ya bi ser bajarê serêkanîyê 9 kes hatin kuûşt in, 20 birîdar hene, piranîya wan sivîl in.
Li alîyekî din jêderên nexweşxanîya tilt emir tekez kirin , ku di encama topbarandina artêşa Tirkî li bajarokê Ebû Rasên yê ku dikeve navbera Serê Kanîyê û Dirbêsîyê, derdora SET 9 û 12 an du caran hat topbarankirin, di encam de 7 kes hatin kuşt in, 9 kes brîndar bûn.
Her wisa heman jêderê tekez kir ku li gondê Mişrafa ya girêdayî serêkanîyê hat topbarandin, heya dema amadekirina vê raporê 12 laş hatin derxstin, û hejmar wê zêdebibe.
Ji dema raagihandina agirbestê heya niha li gorî heyva sor a Kurdî dibêje 30 kes hatîye kuştin, û bi dehan birîndar hene.
Li alîyekî din Amnesty interntonal ragihand ku ew belge li gel wê hene ku artêşa Tirkî tawanên cengê di êrîşa xwe ya ser Serêkanîyê pêk anîye.
Your browser doesn’t support HTML5
ZO_10_18_2019_Agirbest
Agahîyên dawî yên li hêla Girêsipî jî di vê raporta jêrîn de ye:
Your browser doesn’t support HTML5
RK_10_18_2019_Girêsipî