Li Bakurê Humsê Agirbesteke Herêmî Destpê Kir

Serhilda û sîvîlên li Humsê

Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihand ku li bakurê Humsê ya Sûrîyê agirbesteke herêmî destpê kiriye.

Berdevkê wezaretê Igor Konaşenkov da zanîn ku agirbestê danê nîvro destpê kiriye û li wê herêma agirbestê bi qasî 147,000 kes dijîn.

Konaşenkov dîyar kir ku nûnerên Rûs û serhildayên Sûrî, hûrgilîyên agirbestê hefteya borî li Qahîre ya payxtaxta Misirê axifîne.

Di civîna Astana ya Qazaqistanê de, ku di meha Gulanê de li dar ketibû, Rûsya, Tirkîye û Îranê, li ser heremên ewle yên li Sûrîyê li hev kiribû.

Li gor lihevkirina her sê dewlet, çar agirbest hatibûn plan kirin ku ya li Humsê qonaxa sêyan e.