Ahed El Hendî: Rejîma Sûrîyê Berpirsa Kuştinan e

Ahed El Hendî: Rejîma Sûrîyê Berpirsa Kuştinan e

Reşkuştina efserekî leşkerî payebilind ku vê sibehê li paytaxta Sûrîyê, Şam pêk hat, çend pirs û encaman dide pêş. Çavdêr dibêjin ew dergeh li ber qonaxaneke nû vedike di serhildana Sûrîyê de ku ev 11 meh dom dike. Lê, di vê dema han bi taybet, metirsî belav dibin ku Şam ku heta radeyekê aram bû, têkeve nav xurecireke ewlekarî ku reng e bibe sedema destpêkirina şerê navxweyî bi awayekî fermî.

Hikûmeta Sûrîyê di cih de hêzên çekdarî bi vê kuştinê tewanbar kir û ew wekî karekî teroristî binav kir. Li alîyê din, rêberê Artêşa Azad ya Sûrî, efser Rîyad El Esed berpirsîya xwe red kir. Lê li gorî, Ahed El Hendî, berpirsê programa Erebî li rêxistina www.cyberdissidents.org, dibêje cihanîna vê kuştinê welat davêje alîyekî din.

Birêz El Hendî dide zanîn ku kes nizane kî berpirse, lê ew ne girîng e, ya girîng ew e ku nuha Sûrîyê berê xwe dide ber bi şerekî navxweyî li hin deverên germ.

Ev bûyer di demê de bû, ku axaftin li ser piştgirîya Artêşa Azad ji alîyê dewletên mezin ve tên kirin. Di mijareke din de, Wezareta Hindûr ya Îraqê îro ragihand ku hejmareke mezin ji çekdarên Îslamî yên radîkal nuha bi mebesta şer bi qaçaxî derbasî Sûrîyê dibin. Lê hîn nedîyar e ka ev çekdar piştgirên rejîmê ne an yên opozîsyonê.

Di vê debarê de Ahed El Hendî nêrîneke cuda pêşkêş dike. Ew dibêje ev hemû rêxistinên terorîst ku nuha li Îraqê ne, herdem hevalên gelekî nêzîk bûn yên rejîma Sûrîyê.

Birêz El Hendî dibêje, jiber ku hikûmeta Îraqê piştgirîya rejîmê dike, ewê tiştekî normal be ku daxuyanîyên Wezareta Derve ya Îraqê jibo berjiwendîya Şamê bin.

Mijara cudahîyên olî vê dawîyê bi awayekî berfireh li Sûrîyê tên giftûgo kirin, bi taybet navbera Elewîyan ku Serok Beşar El Esed yek ji wan e, û Sunnî ku piranîya serhildayên Sûrîyê ji wan in.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka dengî li destê rastê klîk bikin.