Ahmet Turk Beşdarî Meşa Kiliçdaroglu Dibe

Siyasetvanê derîn Ahmet Turk dîyar kir ku dê beşdarî ‘’Meşa Edaletê’’ ya Serokê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu bibe.

Kiliçdaroglu ji Enqerê ber bi Stenbolê dimeşe.

Turk da zanîn ew dê ji ber Girtîgeha Kandira ya Kocaelî, ku Hevseroka Berê ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag tê de girtî ye, beşdarî meşê bibe.

‘’Emê rojê dîyar bikin û li gor wê beşdarî meşê bibin. Emê serdana birêz Kiliçdaroglu bikin. Bi qasî ku saxlemîya min têrê bike, ezê bimeşim’’ Turk got.

Turk bi berdewamî da zanîn ku divê jibo meşê piştgirî were dayîn û ‘’li hember rejîma otorîter’’ yekîtîyek bê ava kirin.