Rêdûr Xelîl: Ne Rast e ku Ain Îsa Ketiye Destê DAIŞ

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl ji Dengê Amerîka re radigihîne ku bajarokê Kanîya Bozan anku Ain Îsa neketiye destê DAIŞ û şer li wî bajarî berdewam e.

"Do şev hêzên me 8 km li başûrê Hesekê pêşde çûn û rêya Şedade kontrol kirin û komeke rexistina terorîst dorpeç kirin. Loma DAIŞ êrîşî Ain Îsa kir ku zext li ser me bike, lê hem bingeha leşkerî, hem jî ambarên genimê bin kontrola me ne."

Your browser doesn’t support HTML5

Rêdûr_Xelîl_7_6_15_RR