Berî Agirbestê li Yemenê, Êrîşên Esmanî yên Saudî Didomin

Firokên ceng yên Saudî êrîşên xwe yên hember serhildayên Husî li Yemenê îro Duşemê dewam kir, rojeke berî destpêbûna agirbesta mirovahî.

Firokan devera Saada ya nêzîkî tixubê Saudi û Taiz ya başûrê rojava û Marib li rojhilat bomberan kir.

Karbidestên Saudi û Amerîkî hefteya borî pêşnîyareke agirbestê ragihandibû ku av, xwarin, şewit û dermanên pir pêdivî bigehejin sîvîlên Yemenê.

Serhildayên Husî jî do Yekşemê ragihand ku ew pêşnîyara agirbestê, ku Sêşemê destpê bike, qebûl dikin.