Akademîya Çand û Hunerê li Bajarê Tirbêspîyê Ciwanên Nû Diafrîne

Li bajarê Tirbesipiyê Akademiya Çand û Hunerê bi fermî hat vekirin. Akademî ji 5 beşan pêk tê: muzîk, şano, şêwekarî, sînema û dîlan.

Senarîstê Tirk Onder ku ji Stenbolê, bi armança piştgiriya hunerê li Rojava hatiye Qamişlo, niha di akademiyê de mamoste ye.

Onder ser giringiya akademiyê wiha dibêje : "Jinûavakirin ji hunerê destpê dike, jiber ciwanên Rojava hêvî ji pêşerojê winda kirine. Loma ev akademî wê di vî warî de hêvî ligel ciwanan biafirîne, jiber ku huner tim ji çekan bi hêztir e."

Derhênerê Kurd Şêro Hindê ku yek jî mamosteyên akademiyê ye dibêje, nifşê nû yên hunermendên Rojava wê bi ziman û rengê xwe berhemên xwe biafirînin.

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_10_13_15_Akademi