Ekrem Hiso Behsa Mayîna Serbazên Amerîkî li Sûriyê Dike

US Soldiers in Syria

Serokê Amerîka Donald Trump di derbarê vekişandina Hêzên Amerîka de ji Sûriyê got ew hemî serbazên xwe venakişînin û dê çendsed serbaz li wir bimînin.

Çavdêrê siyasî Ekrem Hiso di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka behsa mayîna van serbazan kir.

Wî got:

“Mayîna van serbazan peyameke pir alî ye. Peyameke ji hevalbendên Amerîka yên Ewrupî re ye ku ew li gel wan li Sûriyê dimînin. Peyameke ji Tirkiyê re ye ku berjewendiyên Amerîka di ser berjewendoiyên Tirkiyê re ne û her wiha peyameke bihêz bû ji rêjîma Sûriyê, ku xwestibû Amerîka bi temamî ji Sûriyê derkeve.”

Hiso ku li Qamîşlo dimîne ji Janî Dîlan re got mayîna van serbazan rê li Tirkiyê girt ku êdî ew nikare êrîşî herêmên Kurdî li bakurê Sûriyê bike.

Ji bo guhdarîkirina li dirêjiya hevpeyvînê fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîna Janî Dîlan bi Ekrem Hiso re