Dîplomatekî Kurd Dibe Nûnerê Sûrîyê yê Yekîtîya Erebî

Wezareta Derve ya Sûrîyê îro Çarşemê Husam El-Dîn Ala weke nûnerê herdemî yê Sûrîyê di Yekîtîya Erebî de erkdar kir.

Li gor agahîyên ku Dengê Amerîka bi dest xistine, Ala Kurd e û bi eslê xwe ji Efrînê ji bajarokê Mabeta ye, dîploma wêjeya zimanê Îngilîzî ji zanîngeha Helebê sitandiye.

Ala herwiha salên dirêj e ku di nava wezareta derve ya Sûrîyê de karên dîplomasî kirine.

Ala berê balyozê Sûrîyê li Îspanya û Vatîkan bû, herwiha bûbû nûnerê herdemî yê Sûrîyê li ofîsa Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên wê li Cenevrê û herî dawî jî bûbû alîkarê wezîrê derve yê ji karûbarên Ewrupî û rêxistinên navdewletî.

Hêjayî bîrxistinê ye ku piştî 12 salan ji rawestandina endamtîya Sûrîyê di Yekîtîya Erebî de, rejîma Sûrî dîsa di nava vê mehê de dîsa vegerîbû yekîtîyê.