Dadgeheke Almanya Du Endamên Daiş'ê ji Ber Tawanên li Dij Êzidyan Ceza Dike

Dadgeheke Almanyayê îro Duşemê ceza li du endamên berê yên Daişê bi tawanên dijî Êzîdîyan birîn.

Dadgeha Bilind ya Herêmî li Munichê cezayê zindankirina hetahetayî li mêrekî û zindankirina 9 sal û şeş mehan li hevjîna wî ya berê birî, ji ber tawanên jenodîsê, tawanên şer û tawanên dijî mirovahîyê derheqê Êzîdîyan de, dema ku Daişê li Îraq û Sûrîyê hinek dever dagîr kiribûn.

Dadgehê eşkere kir ku herdu tawankaran du zarokên Êzîdî wekî kole li cem xwe girtibûn. Li gor belgeyên dadgehê, mêrê tawankar herwiha destdirêjîya seksî ya herdu keçên Êzîdî bi awayekî berdewam dikir.

Tevî ev tawan li Sûrîyê û Îraqê pêk hatine, desthilatdarên Almanyayê dikarîbûn vê dozê li jêr prensîpa qanûna navnetewî birêve bibin. Ev yek rê dide dadgehan ku darizandina tawanên navneteweyî yên herî cidî bikin, her çend ew tawan li welatekî din bûne.