Alan Kurdî ligel Bira û Dayika Xwe li Kobanê Hatin Binax Kirin

Wêneya termê zarokê Kurd Alan ku do li peravên Deryaya Ege xistibû, dilê mîlyonan birîn kir û bala bîragiştî careke din anî ser kêşeya penaberan.

Alan ewqas bandoreke xurt li ser cîhanê kir ku nêrîna gelek kesan ya hember penaberan diguhere û hîn dewletên Ewrupî jî hazirî dikin ku derîyên xwe ji irtir penaberan re vekin.

Alan Kurdî, kekê wî Galîb û dêya wî Reyhan îro Înê bi merasîmeke girseyî li Kobanê hatin binax kirin.

Di merasîmê de rêvebirên Kantona Kobanê û parlamenterên HDP, CHP û nûnerên sazîyên civakî jî amade bûn.