Fransa Amade Ye ji Kêşeya Bexda û Hewlêrê re Navberî Bike

Serokê Fransî Emmanuel Macron got, ku Parîs amade ye di navbera Îraqê û Herêma Kurdistanê, ku dixwaze ji Îraqê cûda bibe, navberiyê bike. Lê, Macron giranî dana ser parastina serweriya Îraqê.

Hevdemê seredana serokwezîrê Îraqê, Heyder Abadî jibo Fransa Macron got ku gotûbêj çareseriya bi tenê ye jibo cûdahiyên Bexdayê digel Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransa, Alî Dolemerî ji Dengê Amerîka re got ku Parîs divê digel Neteweyên Yekgirtî navberîyê bike û garantiya navneteweyî jibo mafên Kurdan hebe.

Your browser doesn’t support HTML5

Firensa Amadeyî Navberiya Bexda û Hewlêrê Ye