Di Êrîşekê de li Almanya 2 Kes Hatin Kuştin û Gumanbarekê Afganî Hat Girtin

Polîs li Parka Schöntal li bajarê Aschaffenburg yê Almanya cihê bûyer lê pêkhatî, 22 Şile, 2025.

Ji Berlin ya paytexta Almanya hat ragihand ku, zilamekî Afganî yê 28 salî hatiye girtin piştî li parkekê li bajarê Aschaffenburg yê Almanyayê êrîşa bi kêran pêkanî ku di encamê de zilamek û zarokek mirine û zêdetirî 2 kesan bi giranî birîndar bûne.

Gumanbar li cihê bûyerê li Parka Schöntal hat girtin.

Polîsan diyar kir ku zilamek 41 salî û zarokek 2 salî hatin kuştin. 2 kesên din jî bi giranî birîndar bûn, ew rakirien nexweşxaneyê û tên dermankirin.

Polîsê herêmî di rapora xwe ya dawiyê de ragihand ku ew rewşê dişopînin û dibe ku hejmara birîndaran zêde bibe.

Polîsan bi rêya platforma X'ê diyar kir ku êrîşa ku hê sedemê wê nayê zanîn, "dora saet 11.45'an de li Parka Schöntal pak hatiye û di encamê de 2 kes mirin, zilamekî 41 salî û zarokek 2 salî.

Polîs dibêje, 2 kes jî "bi giranî birîndar bûn" ew rakirin nexweşxaneyê.

Zincîre Êrîşên Tundiyê li Almanya

Ev êrîşa kêrkirinê yek ji hejmareke êrîşên tundûtujiyê ye li Almanyayê ku fikarên li ser ewlekarî û alozîyên li ser koçberîyê zêde kirine berî hilbijartinên parlemanê yên ku dê di 23'ê Sibatê pêşiya me werin encamdan.

Doktorekî ji Erebistana Saûdî di 20'ê Kanûna sala borî de piştî ku bi otomobîlekê dabû ser gireya qelebalix ya bazarekî Krîsmisê li bajarê Magdeburgê, ku di encamê de 6 kes mirin û nêzîkî 200 kes jî birîndar bûn, êrîşkar jî hat girtin.

Êrîşên herî tund li Solingenê li rojavayê welêt pêk hatin, dema ku Sûrîyekî têklidarî rêxistina tundrê ya Dewleta Îslamî (DAIŞ) sê kes bi kêran kuştin di dema welatiyên Alman pîrozbahiyên xwecihî yên di dawiya Tebaxê de pêk dianîn.

Di meha Hezîranê de, êrîşeke din a bi kêrê ji aliyê Afganekî ve li bajarê Mannheimê pêkhat, ku efserekî polîsê yê ku dixweset destwerdana bûyerê bike hat kuştin.


Jêder: Reuters/DPA/DW/AP