Partîya Yekîtîya Demokratîk ya Krîstîyan (CDU) ya konservatîf ya Friedrich Merz di hilbijartinên Almanya de 208 kursî qezenc kirin, Partîya AfD ya rastgira tundrê 152 kursî birin.
Sê partîyên ku di koalîsyonê de cîh digirtin, kursîyên xwe kêm kirin. Partîya Sosyal Demokrat 120 û Partîya Keskan jî 85 kursî birin.
Partîya piştgira karsazîyan Demokratên Azad, ku bi biryara vekişîna ji koalîsyonê bûbû sedema hilbijartinên pêşdem nekanî bendava % 5 derbaz bike û li dervayê parlamanê ma.
Partîya Çep, ku tek ji serfirazên hilbijartinê ye, 65 kursî wergirtin. Lê, Hevbendîya Sahra Wagenknecht, ku ji hêla endameke berê ya Partîya Çep hatibû damezirandin, li dervayê % 5 bendava hilbijartanî ma û nekarî têkeve parlamanê.
Piştî encamên hilbijartinan çavarê ye Merz bibe serokê nû yê Almanya, lê jibo cîhanîna wê yekê divê e whin astengan derbaz bike.
Li parlamana Almanya bi giştî 630 kursî hene û divê Merz dengên herî hindik 316 qanûndanêran wergire ku bikanibe bibe serokê nû.
CDU partîyeke rastgir ya navendî ye û hêza serekî ya enîya konservatîf ya Almanya ye ku wek Union anku Yekîtî tê zanîn û di bin wê de Yekîtîya Civatî Krîstîyan ya herêma Baverya jî heye.
Hêjayî bîrxistinê ye ku ji neh serokwezîrên Almanya yên piştî Şerê Cîhanê yê Duyê pênc ji Parîtya CDU derketine ku ya herî dawî Angela Merkel bû.
Jêder: AP