Almanya û Fransa Ser Serokê Nû yê Komîsyona Ewrupa li Hev Nakin

Almanya û Fransa ser serokê nû yê Komîsyona Ewrupa li hev nake.

Serokwezîra Almanya Angela Merkel piştgirîya berbijarê li navenda rast Manfred Weber dike, lê Serokomarê Fransa Emmanuel Macron ne alîgirê wî ye.

Her du rêber roja Sêşemê ser nîqaşkirina serokê nû roja Sêşemê li Brukselê kom bûbûn.

Ji hevdîtina Merkel û Macron ti encam derneket, û jêderên Ewrupî didin zanîn ku hîn ser pozîsyonan ti lihevkirin çênebûye.

Di hilbijartinên Parlmana Ewrupa de keskan û rastgirên tundrê dengên xwe zêde kiribûn, lê navenda rast dengê xwe kêm kiribû