Serokwezîrê Berê yê Almanya Schroeder Serdana Moskowê Dike

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokwezîrê berê yê Almanya Gerhard Schroeder dê bo rawestandina şer li Moskowê bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re bicive.

Reutersê ew agahî ji zarê malpera nûçeyên sîyasî Politico ragihand.

Politico dide zanîn ku Schroeder piştî li Stenbolê bi dîplomatekî Ukraynî re kom bûye, serdana Moskowê kiriye.

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz, gava rojnamevanan nûçeyên ser wê serdana pirsî dîyar kir ku ew naxwaze ser wê mijarê ti şiroveyê bike.

Reutersê ji zarê du jêderên hikûmeta Almanya dîyar kir ku hikûmet neketiye ti civînê û hîn ti civîn qebûl nekiriye.

Schroder, ku ji sala 1998’an heta 2005’an serokwezîrê Almanya bû, jiber peywendîyên wî yên bi kompanîyên Rûs re ketiye rojevê.