Almanya Hazirîya Sistkirina Tedbîrên Dijî Korona Dike

Bajarê Frankfurt ya Almanya

Medya Almanî radigihîne ku hikûmeta wî welatî hazirîya sistkirina hin tedbîrên dijî koronayê dike û muzexane, pêşangeh, bexçe heywanan û gulistanên botanîk veke.

Ajansa DPA ya Almanî dinivîse ku bi şerta ku ew dikarin mesafeya civakî ya navbera zîyaretvanan biparêzin û paqijîya wan deran misoger bikin, hikûmet dê rê bide vê biryarê.

Kovara Focus jî ragihand ku di çarçoveya biryarê de dêr û navendên olî jî dikarin vebin, lê wê ti hûrgilîyên din nedan.

Çaverê yê ku Serokwezîra Almanya Angela, piştî civîna bi serokwezîrên eyaletan, preskonferansekê li dar bixe û bîragiştî li ser biryarên derbarê tedbîrên korona agahdar bike.