Almanya Tedbîrên Dijî Korona Heta 5'ê Tîrmehê Dirêj Dike

Berdevikê Hikûmeta Alman Steffen Seibert dîyar kir ku ew hazirîyê dikin ku tedbîrên dijî vîrusa korona heta 5’ê Tîrmehê dirêj bikin.

Seibert da zanîn mesafeya civakî, sînordarkirinên ser danûstandinê û hişyarîyên bo paqijîyê dê heta 5’ê Tîrmehê bidomin.

‘’Em naxwazin ku ew pêşdeçûnên me tev bi dest xistin ji dest me herin’’ Seibert got.

Wî dîyar kir ku berpirsên hikûmetê bi nûnerên eyaletan re axifîne, wan li ser tedbîrên bingehîn li hev kirine, lê hin herêm dê li gor xwe sistkirinê bikin.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Almanya pirtir ji 180,000 kes bi vîrusa korona ketine 8,309 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.