Hevşaredarê Amedê Dogan Hatun Dest ji Kar Kişand

Dogan Hatun- Amed

Hevserokê Şaredarîya Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun îro Duşemê destjikarkişîna xwe ragihand, bi sedema pirsgirêkên tenduristîyê yên cidî û kêmasîyên di bicihanîna berpirsiyarîyên xwe yên wek hevşaredar de.

Hatun destjikarkişîna xwe bi daxuyanîyeke nivîskî li ser hesaba xwe ya medya civakî X’ê parve kir.

Dogan Hatun diyar kir ku wî biryara destjikarkişîna xwe li gor “Prensîba Vekişînê” ya partîya xwe, Partîya Wekhevî û Demokrasîya Gelan (DEM Partî) daye.

Hatun got ku wî di dema zêdetirî du salan ya şaredarîya xwe de, bendewarîyên partî û hilbijêrên Amedê di asteke têrker de bicih neanîye.

Wî rexne qebûl kirin ku di pêşkêşkirina xizmetên şaredarîyê de ew bi têra xwe berhemdar nebûye û hevdem rola hevseroktîyê ya ev hatîbû erkdarkirîn bi tevahî pêk neanîye.

“Ez dixwazim bi dilovanî bêjim ku di pêvajoya zêdetirî du salan a hevseroktîya min a wek Şaredarîya Bajarê Mezin ê Amedê de, min nikarîbû berpirsîyaryên bingehîn ên ku partî û gelê me ji min çavêre dikirin, bi têra xwe bicih bînim; ku min di peydakirina xizmetan de berhemdarîya têrker nîşan nedaye; min nekarîye ku rola xwe ya rêberîyê li gor bendewarîyan pêk bînim. Di vê pêvajoyê de, min ji gelê me rexneyên avaker wergirtine, û hemî ji bo min rêber bûne, “ wî got.

Hevşaredar Hatun herwiha rave kir ku pirsgirêkên tenduristîyê xebatên wî yên şaredarîyê de bi awayekî berbiçav sînordar kirine û wî di du salên borî de 3 caran niştergerîya dil kiriye ku ew ji hêla fîzîkî ve westîyaye û nikarîbûye peywirên pêwîst pêk bîne.

“Di dema erkê de, ez sê caran anjîyo bûm, ku ew ji hêla fîzîkî ve min westand û rê li ber min girt ku ez di asta ku dihat çaverêkirin beşdarî xebatan bibim,” wî got.

Hatun di dawîya daxuyanîya xwe de soz da ku “wê bi awayên beşdarî têkoşîna tevgera Kurd ya ji bo azadî û demokrasîyê bibe.”

Komîsyona Rêvebirîyên Herêmî yên Demokratîk ya DEM Partî’yê jî bi daxuyanîyekê li ser X'ê piştrast kir ku partîyê destjikarkişîna Hatun qebûl kirîye û got ku Hatun demek berê bi vê daxwazê serlêdana komîsyonê kiriye, bi sedemên li gor Prensîba Vekişînê û sedemên ku wî di daxuyanîya xwe ya ku îro de rave kirine.

Komîsyanê dîyar kir ku wan piştî nirxandineke bi hirgûlî daxwaza Hatun pejirandine.

DEM Partîyê got ku komasîyona wê kêmasî, rewşa tendurîstîyê û sedemên din yên ku Hatun di daxuyanîya xwe destnîêan kiriye nirnadine û di encamê ser karvekişîna hevşaredarê Amedê hevbîr bûne.

“Li gor vê yekê, daxwaza karvekişîna Dogan Hatun ay li gor Prensîba Vekişînê ji alîyê Komîsyona me û dezgehên tekildar yên partîya me ve guncaw hatiye dîtin û hatiye qebûlkirin, " DEM Partîyê got.

“Prensîba Vekişînê” çi ye?

Hejayê gotinê ye ku pirsa “prensîba vekişînê” çi ye, piştî biryara Hatun ya îro bûye yek ji mijarên herî zêde ku têne nîqaşkirin.

Ev têgeh, beşek ji mekanîzmeya dîsiplîna navxweyî ya partîyê ye, pêkan dike ku karbidestên bijartî berîya ku serdema wan ya erkê biqede, dest ji kursî yan erkên xwe berdin.

Prensîba Vekişînê, ku di kevneşopîya siyasî ya Partîyên Kurdan tê dîtin, ku li şuna jikardûrxistina fermî destjikarvekişîna dilxwazî ya karbidestên bijartî pênase dike, jibo yên ku nikarin li gor prensîbên partîyê, pêvajoyên demokratîk, yan stratejiyên rêvebirîya herêmî erkên xwe bicih binîn.

Prensîba Vekişînê di qanûnên fermî yên Tirkîyê de tune ye, lê dibe ku di rêzikname û nirxên exlaqî yên partîyên ku wek pîvaneke navxweyî were dîyarkirin û karanîn.

Dema ku şaredar yan endamek parlamenê nikaribe bendewarîyên bingehîn yan sozên ku daye bicih bîne, ew ji hêla dezgehên rêvebirîya partîyê ve têne vexwendin ku destjikarkişîna xwe ragihînîn û desthilatdarîyên erka xwe vegerînin gel yan hilbijêran.

DEM Partîyê jî herî dawî konferansa xwe ya rêvebirîyên herêmî bi beşdarîya hevşaredaran di 7-8’ê Hezîranê de li Amedê darxistibû tevî jimareke biryarên nû, biryara “Prensîba Vekişînê” careke din hate nûkirin.

Li bendê ye ku li şûna Dogan Hatun endamekî din yê meclîsa şaredarîya mezin yê Amedê wek Hevşaredarê Amedê were hilbijartin, lê karbidestên DEM Partîyê jibo hilbijartinê hîn demek dîyar nekirine.

Hatun û hevşaredar Serra Bucak di hilbijartinên herêmî yên 24'ê Adara 2024'an de bi rêjeya 64.9% ya dengan, hatibûn hilbijartin.