Emîn Ay Bû Hevşaredarê Nû yê Amedê

Emîn Ay, Hevşaredarê Nû yê Amedê

Partîya Wekhevî û Demokrasîya Gelan (DEM Partî) îro Sêşemê Emîn Ay wekî hevşaredarê nû yê Şaredarîya Bajarê Mezin ya Amedê destnîşan kir.

Emîn Ay yê ku endamê meclîsa Şaredarîya Amedê ye, wê ji roja 15’ê Îlonê 2026an vê dest bi hevşaredîyê bike.

Ay li şûna Dogan Hatun hat erkdar kirin, yê ku di 20’ê Tîrmeha 2026’an de, di çarçoveya “Prensîba Vekişînê” ya DEM Partîyê de, karvekişîna xwe ragihandibû.

Komîsyona Rêvebirîyên Herêmî yên Demokratîk ya DEM Partî’yê bi daxuyanîyekî ragihand ku biryara erkdarkirina Ay, piştî şêwirînên bi meclîsa şaredarîya bajarê mezin ya Amedê, rêxistinên navçe û bajar yên partîyê û saziyên demokratîk re hatîye dayîn

Partîyê got ku destnîşankirina Ay li ser bingeha biryardana hevbeş û beşdarîya demokratîk pêk hatîye.

Şaredarîya Bajarê Mezin ya Amedê jî bi peyameke ser X’ê got pêşwazîya Ay kir û got ku “jibo bajêr û gelê me pîroz be.”

“Em dîyar dikin ku emê feraseta xwe ya şaredariya civakî ya ku îradeya gelê me, aqilê hevpar û beşdariya demokratîk esas digire, bi biryardarî bidomînin. Ji bo bajêr û gelê me pîroz be,” di peaymê de hat gotin.

Hevşaredar Serra Bucak ku niha li ser kar û Hatun di hilbijartinên herêmî yên 24'ê Adara 2024'an de bi rêjeya 64.9% ya dengan, hatibûn hilbijartin.