Tîma Galatasaray îro Şemîyê di lîstikeke girîng de Amedspor bi encama 4-3 têk bir û pêşengîya xwe di Super Lîgaya Tirkîyê de domand.
Di maça hefteya 11'an ya Super Lîgaya Trendyolê ya Tirkîyê de, Galatasaray û Amedspor li RAMS Park a Stenbolê hatin hember hev.
Galatasarayê nîvê yekê yê lîstikê bi encama bi 2-0 qedand.
Di nîva duyê de Galatasarayê encam kir 3-0 lê Amedsporê hêvî qut nekir.
Lîstikvanên Amedsporê di nîvê duyê de bi du golên li ser hev encama maçê kir 3-2, lê Galatasaray bi goleke din cudahî dîsa rakir du gulan.
Di xulekên dawî yên maçê de Amedsporê goleke din bi pêyê lîstikvan Collins Sor tomar kir û lîstik bi encama 4-3 bidawî bû.
Bi vê serketinê Galatasarayê di pileya yekê de xalên xwe xwe rakir 28’an û Amedspora li dû wê bi 23 xalan ma.
Amedspora ku îsal derbasî lîga super di lîgê de tîma flaş e û wek tîma Kurdan tê zanîn.