KSC û Rawest Bersiva Bahçelî ya Ser Lêkolîna Amedsporê Didin

Aligirên Amedsporê (arşîv)

Navenda Lêkolînên Kurdî (KSC) û ya Rawest Research îro Pêncşemê bersiva rexneyên serokê MHP’ê Devlet Bahçelî da, lêkolîna wan ya derbarê Amdespor û Kurdan, di daxuyanîyeke nivîskî ya hevpar de hat ragihandin.

KSC û Rawestê dîyar kir ku armanca lêkolînê şaş hatiye têgihiştin.

Lêkolîna bi navê " di navbera Kurdan de Têgihîştina Amedporê û Alîkarîya Wê,” bi hevkarîya KSC û Rawest Research, bi piştgirîya malî ya Weqfa Almanî Friedrich-Ebert-Stiftung ve hatiye piştgirîkirin, di 28’ê Tebaxa 2026’an de. Hate ragihandin.

Bahçelî di daxuyanîyeke nivîskî ya 2’yê Îlonê de, lêkolîn bi tundî rexne kir û îdia kir ku di lêkolînê bi bi girêdana futbolê bi nasnameyê re, tê hewldayîn ku “cudaxwazî” zindî were hiştin.

"Lêkolîn îdîa dike ku alîgirên Amedsporê xêzên di navbera futbol û nasnameyê de xurt dikin, û hewl didin ku xiyaneta cudaxwaz zindî bihêlin," wî got.

Wî lêkolîn wek hewla sabotajkirina pêvajoya “Tirkîyeya Bê Teror” pênase kir.

Lêkolîn li 19 bajaran bi 1,471 kesan re hatiye kirin. Li gor encaman, nêzî sêyeka nifûsa Kurd ya kesên ji 18’a salan mezintir li Tirkîyê piştgirê Amedsporê ye. Ji beşdaran ji sedî 38’an Amedspor wekî nûnerê nasnameyekê pênase dikin, ji sedî 24’an jî ew tenê wekî klûbeke futbolê dibînin.

Bahçelî di daxuyanîya xwe de, Amedspor jibo derketina Super Lîgê careke din pîroz kir, lê got ku Amedspor “klûbeke futbolê ya Tirkîyê ye û divê wisa bimîne.”

Wî got ku divê spor ji siyaset û nîqaşên nasnameyê dûr were girtin.

Ji alîyê din ve, Bahçelî jibo saziyên ku lêkolînên raya giştî dikin, daxwaza rêziknameyeke qanûnî kir û got ku jibo kesên ku bi zanebûn agahdariyên derewîn yan jî şaş belav dikin da ku bandorê li raya giştî bikin, divê pîvanên cezayî werin danîn.

KSC û Rawest di bersiva hevpar a îro de, dîyar kir ku ew zelalkirina şaşfamkirina lêkolînê wekî berpirsiyarîyekê dibînin û encamên lêkolînê beravajî ya rexneyên Bahçelî eşkere dikin.

Wan got ku encam, berevajî vê yekê, nîşan didin ku spor dikare beşdarî yekbûna civakî bibe û Amedspor dikare di xurtkirina têkiliyên civakî û jiyana hevbeş de roleke girîng a pirekê bilîze.

Herdu saziyan destnîşankirin ku lêkolîna futbolê ya li ser Amedsporê nîşan daye ku spor dikare di xurtkirina têkilîyên civakî û jiyana hevbeş de wek pirek e, roleke girîng bilîze.