Amedspor Diçe Lîga Super a Tirkîyê

Tîma bajarê Amedê ya futbolê Amedspor îro Şemîyê bi awayekî fermî derket lîga super ya Tirkîyê piştî ku maça wê ligel tîma Îgdir FK bi encama 3-3 bidawî bû.

Ev cara yekê ye di dîroka tîma bajarê Kurdan de ku derbasî lîga herî bilind a Tirkîyê dibe.

Piştî bidawîbûna gera dawî ya Lîg 1 ya Tirkîyê, Amedsporê bi 74 xalan di rêza duwem de cih girt û bi vê yekê çûna bo Lîga Super misoger kir.

Lîstika îro Şemîyê li bajarê Îgdirê pêk hat, lê maç li seranserê bajarên Kurdan li hundir û derveyê Tirkîyê bi coşeke mezin dihat şopandin.

Amedspor di demsala bê de dê ligel tîmên navdar yên Tirkîyê lîstikên futlbolê bike. Ji bo piştgirên wan ev derfeteke mezin e.

Hevserokê Giştî yê Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (DEM Partî), Tuncer Bakirhan pîrozbahîya Amedsporê bo vê serkeftinê kir.

"Ev serkeftina dîrokî encama piştgirîya mezin a gelê me ye. Hezar carî malava!" Bakirhan li ser platforma X'ê nivîsî.