Rubio dê Serokatiya Şandê Amerîka bo Konferansa Ewlehiyê ya Munichê Bike

Marco Rubio Wezîrê Derve yê Amerîka

Biryare Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio bi şandeyeke mezin beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munichê bike, ku biryar e roja Înê dest pê bike.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve Tommy Pigott, di daxuyanîyekê de ku li ser Xê weşand û dibêje, "Rubio wê bi hevparên xwe re, li ser hevkarîya ewlehiya Euro-Atlantîk li dema konferansa sê rojan de bicive."

"Rubio wê seredana Bratislava û Budapest ê jî bike da bi karbidestên Slovakî û Macaristanê re bicive û tekezyê li ser pabendbûna Amerîka bo çareserkirina nakokiyên cîhanê û hevkarîya Amerîka di warê enerjiyê de digel her du welatan bike."

Roja Duşemê, serokê Konferansa Ewlehiyê ya Munichê Wolfgang Ischinger beşdarbûna Rubio di çalakiya salane de ragihand. Ischinger got, tê çaverêkirin ku de zêdetir ji 50 endamên Kongreya Amerîka beşdar bibin.