Wezareta derve ya Amerîka îro Duşemê ragihand ku wezîr Marco Rubio têkilîyek telefonî bi hevpîşeyê xwe yê Azerbaycanî Bayramov re encam daye û herdu wezîran derbarê aştîya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de axiftine.
Daxuyanî ji aliyê alîkarê peyvdarê wezaretê Tommy Pigott ve, di malpera fermî ya wezaretê de, roja 19ê Çile 2026an hatîye weşandin.
Wezîrê derve Rubio di têklîya telefonî de, pesna Azerbaycanê daye ji ber ku hikîmeta wî welatî îro sotemenî ji bo Ermenistanê şandîye.
Rubio gotiye ku girîng ew e Azerbaycan pabendbûna berdewam bi peymana aştîyê ya dîrokî ya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de nîşan dide ku ji hêla serok Trump ve di lûtkeya Koşka Spî ya 8’ê Tebaxa 2025’an de hatibû pêşxistin.
Wezîrê derve li ser tedbîrên din ên avakirina bawerîyê ji bo pêşvebirina aştî û serfirazîyê li herêma Başûrê Qefqasyayê axivîn û pesna pêşketinên erênî di têkiliyên Amerîka û Azerbaycanê de da.