Wezareta Derve ya Amerîkayê îro Sêşemê ragihand ku wê astengîyên vîzayê danîne ser 13 kesên ku bi firotina dermanê "Fentanyl" bi dizî pere qezenc kirine.
Berdevkê Wezareta Derve Tommy Pigott di daxuyanîyekê de hinek "gavan diavêje ji bo ferzkirina astengîyên vîzayê li ser 13 kesên ku girêdayî KS International Traders û xwedîyê wê ne, ya ku dermanên sexte ligel fentanyla neqanûnî firotine Amerîkîyan li welatê me."
Serokê Amerîkayê Donald Trump dermanê Fentanyl wekî "çekê komkujîyê" binav kiriye. Wezareta Derve dibêje ku ji ber vê yekê, Amerîka nahêle ew kesên ku hevkarên kompanîya dermanan a "KS International Traders" in, derbasî Amerîkayê bibin.
Wezareta Derve di daxuyanîyê de ragihand ku dermanê Fentanyl “gelek Amerîkîyan dikuje.”
Fîrmên dermanan ên mîna KS International Traders ku li Hindistanê ye, bi hezaran hebên sexte ku dermanê Fentanyl tê de heye, bi dizî firotine xelkê Amerîkayê.