Balyozê Amerîka li Îsraîlê: Îran Gefek Cîhanî ye

Mike Huckabee

Balyozê Amerîka li Îsraîlê Mike Huckabee hişdarîyê li ser gef û çalakiyên metirsîdar yên Îranê li ser cîhanî û herêmê dide.

Huckabee roja Şemiyê du hevpeyvînên cuda yên bi Newsmax û PBS re li ser tora X weşandin. Di hevpeyvînêna ku roja Înê de, wî got ku ew hişta bi gumane ku rejîma Îranê rêkeftinekê bike ku zax kirina uranyûmê rawestine û programê navokî sînordar bike.

Huckabee, derbarî siyaseta Amerîka got "Serok Donald Trump ji rejîma Îranê re got hûn dikarîn Rêya Hêsan an Rêya Dijwar Hilbijêre." Wî her wiha behsa operasyona nîvê şevê kir ku tê de firokên B2 yên êrîşî ermancên navokî yên Îranê kirin.

Balyozê Amerîka li Îsraîlê rejîma Îranê wekî çavkaniya "Ne aramîya cîhanî" nav kir û got ku ew (Îran) ne tenê bi rêya kirêgirtîyan li Rojhilata Navîn, lê di heman demê de bi rêya tepeserkirina navxweyî ji "wêranî peyda kir ye".

Herwiha got "Îran ne tenê pirsgirêkek herêmî ye, lê gefek cîhanî ye."

Di hevpeyvîna Newsmax de, Birêz Huckabee nîgeraniya xwe li ser tiştê ku wî bi "şaneyên Hizbullahê yên razayî di nav Amerîka de" diyar kir.

Wî got ku dibe ku çend sîxurên Hizbullahê di salên dawî de hatibin Amerîka û "li benda fermanên hikumeta Tehranê bin".

Dema ku Balyozê Amerîka li ser berteka Îsraîlê ya li hember zêdebûna aloziyan digel Îranê got, "Ez hîs nakim ku ev tirs heye." û da zanin ku " rûniştvanên Îsraîlê pir berxwedêr in û dizanin ku ew li cihekî xeternak dijîn.