Rubio: Trump Amade ye Li New York'ê Ligel Serokê Îranê Pizîşkîyan Bicive

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro Sêşemê ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump amade ye li New Yorkê ligel Serokê Îranê Mesûd Pizîşkîyan bicive.

Her çend Rubio eşkere kir ku heta niha civîneke wiha nehatîye plankirin.

Rubio ji kanala NBC’yê re got: “Eger encameke baş jê derkeve, em ji bo hevdîtinekê amade ne. Armanca me ya bingehîn zelal e: Divê Îran ti carî çekê navokî çêneke.”

Serokê Îranê û şandeya pê re, ji bo civînên Neteweyên Yekbûyî gihîştin New Yorkê.

Serok Trump ê ligel serokên welatên Kendavê bicive. Piştî operasyona leşkerî ya Amerîka û Îsraîlê ya li dijî rejîma Tehranê, Îranê êrîşî van welatên Kendavê kiribû û niha ev civîn wekî bersiv çêdibe.