Wezîrê Veguhestinê yê Amerîka: Astengîyên Hêzên Esmanî dê Îro Bidawî Bibin

Wezîrê Veguhastinê yê Amerîkayê, Sean Duffy, îro Yekşemê ragihand ku astengîyên di trafîka hêlên esmanî ya welêt de dê heta dawîya îro Yekşemê an jî sibê Duşmê bidawî bibin.

Duffy di axaftinên xwe de ji tora NBC re got ku pirsgirêkên ku geştên esmanî asteng kirine, dê yeker û di demek nêzîk werin çareserkirin.

Li gorî rêveberîya Amerîkayê, kêşeyeke teknîkî di dema nûkirina xetên ragihandinê yên kontrola trafîka esmanî de, roja Înê di dema 4 demjimêran de bû sedema rawestandina firînan li seranserê welêt. Ev yek bû sedema betalkirina hezaran firînan û astengbûna rêwîtîya rêwîyan.

Duffy got ku pirsgirêk di dema guherandina kablên kevin bi yên internetê yên bilez de derketiye holê û bandor li sîstema ragihandinê û daneyên radarê kiriye.

Li gorî Serokê Rêveberîya Hêlên esmanî ya Federal, Brian Bedford, roja Înê nêzîkî 12 hezar firîn hatine betalkirin. Herwiha hatibû pêşbînîkirin ku roja Şemîyê jî 4 hezar heta 5 hezar firînên din bên betalkirin.