Balozxaneya Amerîkayê roja Yekşemê di peyameke xwe ya di Xê de ragihand, ku li Bruksel bi dirûşmeya "250 saliya serxwebûnê pîroz dikin û bi hev re pêşeroja xwe ava dikin çalakiyek dîplomasî encam dide," merasîmek tê lidar xistin.
Balozxaneyê got jî ku ew ê bi weşaneke zindî çalakîyê encam bidin û got, "Em ê bi coş û kêfxweşiyek mezin 250 saliya serxwebûnê pîroz bikin. Ev bûyera dîrokî li -Parc du Cinquantenaire- dê bi beşdariya civakê, malbatan, hevalan û mêvanan were lidarxistin û armanca wê ew e ku em li ser dîroka xwe rawestin û bi hev re ji bo avakirina pêşerojek baştir hêvî û yekîtî nîşan bidin."
Balyozxaneyê da zanîn ku di çarçoveya bernameyê de, çalakiyên cihêreng, axaftin, bernameyên çandî û peyvên pîrozbahiyê dê bêne pêşkêşkirin.
"Ev bûyer ne tenê pîrozbahiya serkeftinên borî ye, lê her wiha banga hevkariyê dike da ku em bi hev re pêşeroja xwe ava bikin," Balyozxaneyê got.
Di peyama xwe de Balyozxane dibêje ku ewê hevalbendên Ewupî, endamên natoyê û şandên dîplomasî vedixwînin şahiyê.
US Embassy Brussel
Hêjayî gotinê ye ku salvegera 250 ê ya Serxwebûna Amerîkayê, li derve û nava welêt de bi coşeke mezin, çalakiyên pirrengî û peyamên yekgirtin û bihêbûna Amerîkayê tên berdewam kirin.
Li Washington DC a payetext û li hemû wîlayetan amadekarî û çalakîyên cihêreng tên encamdan bi taybet ku welat pêşwaziyê li 4ê Tîrmehê (4th of July) roja Serxwebûnê dike.