Amerîka, Afganistanê Wekî Piştgira Girtinên Neheq Destnîşan Dike

State Department

Wezareta Derve ya Amerîkayê Afganistanê weke dewleta piştgira girtina kesan bi awayekî keyfî û neheqî binav dike.

Wezaretê di daxuyanîyekê de roja Duşemê got, "Talîban ku desthilatdar e li Afganistanê berdewam taktîkên terorîst bikar tîne, kesan ji bo fîdye an jî ji bo destberdana siyasî kesan direvîne û divê di demeke zû de wan kesan serbest berde."

Daxuyanî dide zanîn ku Afganistan welatekî ne ewle ye ji bo welatîyên Amerîkayî û divê desthilata Talîbanê dest ji wan karên kirêt berde.

Wezareta Derve dibêje, Talîban bi domdarî welatîyên Amerîkayî û welatîyên din ên biyanî bi neheqî digire.

"Divê Talîban niha Dennis Coyle, Mehmud Hebîbî û hemû Amerîkayên ku bi neheqî li Afganistanê hatine girtin serbest berde û soz bide ku bi awayekî heta hetayê diplomasîya dîlgirtinê rawestîne," Wezareta Derve di daxuyanîyê de got.

Afganistan dibe duwem welat ku ev destnîşankirin li ser tê danîn. Di 27'ê Sibatê de, rojekê berî ku Amerîka û Îsraîl êrîşên hevbeş dijî rejîma Îranê destpê bikin, Wezareta Derve xist lîsteyê.