Wezareta Derve ya Amerîkayê îro Înê ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio dê di navbera 8 û 10’ê Îlonê de serdana Kolombîya, Ecuador û Peruyê bike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott di daxuyanîyekê de got ku "Di vê geştê de, Rubio dê ligel hikûmeta nû ya De La Espriella li Kolombîyayê, Serok Noboa li Ecuadorê, û hikûmeta nû ya Fujimori li Peruyê bicive.”
Rubio dê li ser piștgirîya Amerîkayê ji bo alîkarîya erdhejê li Kolombîyayê biaxive.
Ew herwiha dê li ser xurtkirina hevkarîyê di şerê hevpar ê li dijî narkoterorîzmê biaxive.
Di heman demê de, ew dê li ser bihêzkirina têkilîyên bazirganî yên di navbera Amerîka û van welatan de gotûbêjan bike.