Çima Civîna 33emîn a APEC Dikare Bandorê li Siberoja Cîhanê Bike?

Hevdîtina Serok Donald Trump (L) Serokê Çînê Xi Jinping (R) li (APEC) Hilcivîna Shenzhen, 19ê Mijdarê, 2026.

Sê hêzên mezin ên cîhanê li Çînê 19ê Mijdarê li Shenzhen, dicivin; Ukrayna, Îran, çekên navokî û pêşeroja aboriya cîhanê di rojeva wan de ne.

Civîna 33emîn a Rêberên Hevkariya Aborî ya Asya û Pasîfîkê (APEC) îsal li Shenzhen a Çînê bi girîngiyeke taybet a siyasî û stratejîk tê lidarxistin. Di vê civînê de, ne tenê bal li ser bazirganî û pêşketina aborî ye, lê hevdîtina sê serokên hêzên herî mezin ên cîhanê, Donald Trump, Xi Jinping û Vladimir Putin, bûye mijara sereke ya bal kişandina medyayên navneteweyî.

Hevdîtina Trump, Xi û Putin: Bûyereke Dîrokî

Di 19ê Mijdara 2026an de, Donald Trump, Serokê Amerîkayê, Xi Jinping, Serokê Çînê û Vladimir Putin, Serokê Rûsyayê, li kêleka civîna APEC li Shenzhen civiyane. Ev yekem hevdîtina sêalî ya fermî ya van sê serokên welatên xwedî hêza mezin a leşkerî û navokî ne li cîhanê.

Girîngiya vê hevdîtinê di wê yekê de ye ku her sê welat xwedî bandoreke mezin li ser ewlehiya navneteweyî, aboriya cîhanê, bazirganiya navneteweyî û pêşeroja nîzama siyasî ya cîhanê ne.

Li gorî agahiyên medyayên navneteweyî, di rojeva axaftinên wan de gelek mijarên girîng hene, di nav de:

- Şerê Ukraynayê: Dîtina rêyek ji bo rawestandina şer û çareserkirina nakokiya di navbera Rûsya û Ukraynayê de.

- Nakokiyên Rojhilata Navîn û Îranê: Gotobêj li ser rewşa ewlehiyê û bandorên şerên herêmî.

- Çekên navokî: Kontrolkirina çekên navokî û kêmkirina metirsiya pevçûnên enerjî û çekê atomî.

- Bazirganî û aborî: Kêmkirina nakokiyên bazirganî û pêşxistina têkiliyên aborî yên navbera sê welatan.

- Teknolojiya nû: Pêşketina Jîrîya çêkirî (AI), çipên pêşketî û pêşeroja pêşbaziya teknolojîk.

Ev hevdîtin ji ber ku Amerîka, Çîn û Rûsya di gelek mijarên stratejîk de xwedî berjewendî û dîtinên cuda ne, girîngiyeke taybet heye. Ji ber vê yekê, çawaniya nêzîkbûna van sê welatan dikare bandorê li gelek herêmên cîhanê bike.

Lêbelê, çavdêrên siyasî balê dikişînin ser wê yekê ku hevdîtineke yekrojî bi tena serê xwe nikare hemû nakokiyan çareser bike. Ji bo gihîştina lihevkirinên domdar, danûstandinên berdewam û peymanên pratîkî pêwîst in.

Çima Shenzhen ji bo vê civînê hatiye hilbijartin?

Shenzhen, bajarê ku di çend dehsalên dawî de ji herêmeke biçûk a masîgiran veguheriye navendeke mezin a aborî, bazirganî û teknolojiyê, îro yek ji sembolên pêşketina aborî ya Çînê ye.

Shenzhen, niha weke "Silicon Valley" ya Çînê tê binav kirin, hilbijartina vî bajarî ji bo civîna APEC nîşan dide ku Çîn dixwaze rola xwe ya di aboriya cîhanê de bihêztir bike û xwe wekî navendeke girîng a danûstandinên navneteweyî pêşkêş bike.

APEC û pêşeroja aboriya cîhanê

Civîna 33emîn a APEC di 18 û 19ê Mijdarê de li Shenzhen, di bin mijara avakirina civakeke Asya û Pasîfîkê ji bo pêşketin û serkeftina hevbeş» de tê lidarxistin.

Di vê civînê de, 21 welatên endam li ser pêşxistina bazirganiya azad, aboriya dîjîtal, teknolojî, jîrîya çêkirî û hevkariya aborî nîqaş dikin.

Zêdebarî ku civîneke hevkarîya avorîye, Lê di 33emîn hevdîtina APECê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump, Xi û Putin dixwazin civîn ji çarçoveya aborî wêdetir be û ew kiriye navendeke danûstandinên siyasî û ewlehiya cîhanî.

Çavkanî: AP, Reuters