Amerîka Têkiliyên Xwe bi Asya Navîn û Başûr re Xurt Dike

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio (3ê Çep) di Hilcivîna C5+1, ligel Wezîrê Derve yê Kirqîzistanê Jeenbek Kulubayev (Ç), Wezîrê Derve yê Kazaxistanê Mukhtar Tileuberdi (yê 2 Çep), Wezîrê Derve yê Uzbekistan's Bakhtiyor Saidov (3ê Rast).

Wezîrê Derve yê Amerîakyê Marco Rubio, di serdana xwe ya çend rojî de bo welatên Asya navîn û ya Başûr roja Duşemê serdana Uzbekistanê kir, da ku bazirganî û têkiliyên ewlehiyê yên Amerîkayê bi welatên wê herêmê re xurt bike.

Rubio li Semerqendê bi wezîrên derve yên Kazakistan, Qirgizistan, Tacikistan, Tirkmenistan û Uzbekistanê re di çarçoveya civîna dîplomatîk a C5+1 de civiya. Gotûbêj li ser ewlehî, bazirganî û berjewendiyên hevpar hatin kirin.

Rubio got ku Amerîka dixwaze li Asya Navîn bibe hevkarek bihêz û destnîşan kir ku ev herêm di 20 salên borî de ji aliyê siyasetmedarên Amerîkî ve roleke ku pêdivî bû negirtiye.

Wî got ku welatên li Asya navîn û Başûr ji Amerîka re giring in, û ciyekî stratejîk yê bihev re girêdanê heye.

Di van hevdîtinan de heyetek bazirganî ya ji 200 serok û nûnerên karsaziyên Amerîkî pêk tê jî, bi armanca xurtkirina ewlehî û derfetên aborî beşdarî civînan bûn.

Rubio di vê gera xwe de dê vê hefteyê serdana Hindistanê jî bike.

Rubio herwiha berî hevdîtina xwe bi Serokê Ozbekistanê re axivî û diyar kir ku li gorî helwesta Washingtonê, rejîma Îranê faktora sereke ya bê aramîya herêmî dilîze, û ew sedema şer û pevçûnên Rojhilata Navîn û astengiyeke mezin li pêşiya aştiyê ye.

Wezîrê Derve Marco Rubio herwiha girîngiya siyaseta "Amerîka pêşî" ya Serok Donald Trump tekez û destnîşan kir.