Hikûmeta London roja Yekşemê ragihand ku serokê Amerîka Donald Trump û Sewrokwezîrê Brîtanya Keir Starmer li ser Rojhilata Navîn bi telefonê axivîn, û ser hevkarîya dualî ya derbarê alozîyên li Rojhilata navîn gotûbêj kirin.
Berdevkê 'Downing Street' di daxuyanîyekê de roja Yekşemê got ku her du rêberan "rewşa heyî ya Rojhilata Navîn û hevkarîya leşkerî ya di navbera Brîtanya û Amerîkayê de, bi taybetî karanîna baregehên Hêza esmanî bo piştgiriya parastina giştî a hevkarên xwe yên li herêmê" gotûbêj kirin.
Starmer destpêkê rola Londonê red kir di şerê ku bi operasyoneke hevbeş ya Amerîka û Îsraîlê de li dijî rejîma Komara Îslamî ya Îranê hatî destpêkirin, lê niha li ser daxwaza Amerîkayê ya karanîna du baregehên leşkerî yên Brîtanî ji bo armanca parastinê ya "taybet û sînorkirî" razî bûye.
Serok Donald Trump ê Serokwezîr Keir Starmer, cara yekê bi hev re diaxivin piştî ku opersayona hevbeş a Amerîka û Îsraîlê li dij rejîma Îranê hatî destpêkirin.