Raport: Pentagon bi Ford û General Motors re ji bo Hilberîna Dronan Danûstandinan Dike

Yek ji Dronên Amerîkî

Li gorî rojnameya The Wall Street Journal, Wezareta Cengê Amerîkayê (Pentagon) bi kompanîyên; General Motors, Ford û hin kompanîyên din re li ser hilberîna berfireh a dronên leşkerî danûstandinan dike.

Li gorî çavkaniyên agahdar, ev kompanî, dikarin di çarçoveya peymanên gengaz de parçeyên pêwîst ji bo çêkirina dronan berhem bînin.

General Motors jî îhtîmala hilberîna motorên taybet ji bo dronan dinirxîne.

Rojnameyê herwiha got ku berpirsiyarên Pentagonê bi rêveberên kompanya Kenedayî Magna International, ku di warê parçeyên otomobîlan de dixebite, û hin kompanayên din re civiyan.

Lê ajansa Reuters ku ev nûçe ragihand, heta niha nekariye rastiya van agahiyan bi awayekî serbixwe piştrast bike.

Pentagonê jî heta amadekirina vê raportê derbarê raportên medyayî li ser mijarê şirove nedane.