Pêzanînên Dawî Derbarê Ragirtina Geştên Esmanî li Seranserê Amerîkayê

Dîmenê rewşa firînan li Firîngeha O'Hare ya Navnetewî li Chicago, Illinois, Înê 13'ê Mijdarê, 2026.

Ragirtina giştî ya firînên esmanî li seranserê Amerîkayê duh Înê nêzîkî demjimêr 8:15'ê êvarê bi dema rojhilatê Amerîkayê bi dawî hat û hin firînên navxweyî ji balafirgehên welêt dîsa dest bi geştên xwe kirin.

Lê berpirsan destnîşan kir ku vegera trafîka esmanî bo rewşa asayî hêdî hêdî dê baş bibe. Ew dibêjin dibe ku systema firînê heta dema qerebalixa geştên Cejna Spasdarîyê (Thanksgiving), anku 26'ê Mijdarê, êdî bi awayekî asayî bixebite.

Firîn dîsa destpê kir, lê betalbûna hin geştan û derengketin berdewam in

Rêveberiya Federal a Firînê ya Amerîkayê ragihand ku firîn di derengîya şeva Înê de dîsa destpê kirine û ji rêwîyan xwest ku ji bo agahîyên derbarê firînên xwe de bi şirketên hêlên esmanî re têkilîyê deyînin.

Li gorî malpera FlightAware, îro Şemîyê zêdetirî 2,500 firîn li Amerîkayê hatine betalkirin û bi sedan firînên din jî dereng ketine.

Wezîrê Veguhestinê Sean Duffy hişyarî da ku vegera trafîka esmanî bo rewşa asayî demê dixwaze. Wezîrê Ewlekariya Navxweyî Markwayne Mullin jî got ku geştên navneteweyî dê li gorî rewşa heyî di berçav re werin derbas kirin.

Balafirgeha San Francisco ragihand ku ji êvara Înê ve destûr hatiye dayîn ku firînên li ser Okyanûsa Aram, di nav de firînên ber bi Hawaii û Asyayê, ji nû ve dest pê bikin.

Ji aliyê din ve, saziya Firînê ya Ewrupayê li ser daxwaza rêveberiya Amerîkî, firînên ber bi Amerîkayê ji saet 5 ê êvara Înê heta nîvê şevê rawestand bûn.

Şirketên balafiran neçar kirine ku ji rgeştiyarên ku firîna wan hatiye betal kirin re bilêteke din bêpere peyda bikin an jî, heke geştiyar biryar bide ku naçe, pereyê bilêtê vegerînin.

Sedema rawestandina firînan

Berpirsiyarên rêveberiya Serok Donald Trump ragihandin ku girêdana teknolojiyên nû bi sîstema kontrolkirina trafîka esmanî ya welêt re zextê li ser amûrên kevn zêde kiriye.

Li gorî wan, ev yek bûye sedema qutbûna ragihandinê û çêbûna valahiyan di radarê de, ku di encamê de firîn ji çar saetan zêdetir hatine rawestandin.

Wezîrê Veguhastinê Sean Duffy got ku dibe ku astengiyên din jî derkevin holê û eşkere kir ku "Me nedifikirî ku em ê rastî qutbûneke wiha bên, lê ev qewimî."

Projeya nûkirina sîstema kontrolkirina trafîka esmanî sala borî dest pê kir, piştî ku Kongresa Amerîkayê 12.5 mîlyar dolar ji bo wê veqetandbûn. Niha Duffy û Koşka Spî zextê dikin ku 30 mîlyar dolarên din jî ji bo temamkirina projeyê bên veqetandin.

Qutbûna Microsoft û êrîşa sayberî ne sedema rawestandina firînan bûn

Berdevkekî Microsoftê ragihand ku tu delîlek di destê wan de nîne ku nîşan bide rawestandina firînan bi qutbûna xizmetguzariyên vê şirketê ya Pêncşemê re girêdayî bûye. Di wê qutbûnê de Outlook û hin xizmetên din ji kar ketibûn.

Wezîrê Ewlekariya Navxweyî jî got ku tu delîlek nîne ku nîşan bide ev bûyer bi êrîşeke sayberê ve girêdayî ye.

Wî her wiha got "Jiyana tu kesî neketibû xeterê û tu firîn jî di xeterê de nebûn. Rêveberiya Firînê karîbû rewşê kontrol bike û rawestandina firînan tenê wekî tedbîreke zêde ya hişyarî û parastinê pêk hat."