Karbidestekî Amerîkî ji 'Sky News Arabia' re got ku azadîya hatinûçûyînê li Deryaya Sor û herêmê, digel pêşîgirtina li hinardekirina terorîzmê, xalên pêşîn û berjewendîyên bingehîn ên Amerîkayê ne, li Rojhilata Navîn.
Wî berpirsî tekez li ser hewildanên berdewam ên rêveberîya Trump li dijî koma Hûsî ya ku ji hêla Îranê ve tê piştgirîkirin, kir.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, di bersiva pirsekê de li ser nêzîkatîya Washingtonê ya li hember gefên ku ji hêla Hûsîyan ve li Bab Mendeb têne çêkirin de, got ku rêveberîya Trump "bi zelalî pabendbûna xwe ya parastina van berjewendîyan li dijî êrîşkarîya ji Îran û alîgirên wê ve tên kirin, nîşan daye."
Hejmarek çekdarên Hûsî li Yemenê
Berdevkî zêde kir û got " Amerîka her tim hewl daye ku rê li ber gihîştina koma Hûsîyan ya çavkanîyên fînanse û çekan bigire, ku ew kom ji hêla Îranê ve tê piştgirîkirin."
"Rêvebrîya Trump ceza li ser zêdetirî 200 sazîyên ku bi Hûsîyan ve girêdayî ne ferzkirine," Berdevk got.
Li gorî Ajansa Reuters'ê, roja Yekşemê Serokê Encûmena Serokatîya Yemenê, Reşad Îlêmî, bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bi telefonê axivî û daxwaza piştgiriya Washingtonê di rûbirûbûna Hûsîyan de kir, ji ber ku şer li Yemenê dijwartir dibe.
Derbarê piştgirîya hikûmeta Yemenê û têkilya telefonî ya bi serok Trump re, berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê got, "Em bi rêkûpêkî bi hevalbend û hevkarên xwe yên herêmî re li ser Yemenê diaxivin, û em li ser bidestxistina armancên xwe yên hevbeş ên dijî terorîzmê, rûbirûbûna Hûsîyan û komên din ên terorîst ên ku li seranserê herêmê bêserûberîyê çê dikin radiwestin."