Amerîka Bang li Welatîyên Xwe Yên li Îranê Dike ku “Bi Zûtirîn Dem Derkevin”

Avahîya Wezareta Derve ya Amerîkayê. Wêne: Rosa Mohtasham

Balyozxaneya Amerîka ya virtual bo Îranê ji welatîyên xwe xwest ku bi tevahî û zûtirîn dem ji Îranê derkevin. Di demekê de ku xwepêşandan li seranserê welêt zêde dibin, tirs heye ku tundûtûjî û çewsandin zêde bibin û bibin sedema pêleke din ya girtin û zêdebûna qurbanîyan.

Balyozxaneya Amerîka ya virtual ji bo Îranê ev yek bi nameyekê ji welatîyên xwe yên ku li Îranê dimînin ragihand.

Balyozane di daxuyanîyê de dibêje, divê welatî tedbîran bistînin ku heye birîna înternetê berdewam bibe, divê serî li rêyên din ên peywendiyan bidin û plan bikin, û heke ewle be, divê bi rêya bejahî ji Îranê derkevin û ber bi Ermenistan yan Tirkiyeyê ve biçin.

Washingtonê hişyarî da welatiyên xwe yên du-nasnameyî ku Tehran nasnameya wan ya Amerîkî nas nake û dê bi tenê wekî Îranî serederîyê ligel wan bike, û ewê bi paseportên xwe yên Amerîkî li Îranê bikevin metirsîya girtinê.

Daxuyanîya balyozxaneyê dibêje "Welatîyên Amerîkî li Îranê bi xetereya lêpirsîn, girtin û desteserkirinê re rû bi rû ne. Pêşberkirina paseporteke Amerîkî yan her nasnameyek têkilîya wê bi Amerîka re hebe ji bo rayedarên Îranî bes e ku her kesî bigirin."

Daxuyanî tekez dike ku neçin cihê kombûnên girseyî û xwe li cihên ewle biparzên û li cihên ku nikaribin derkevin divê pêdivîyên xwe yên bingehîn bidest bixin.

Washington dibêje, piştî piranîya hêlên esmanî yên navnetewî biryara rawestandina firînan ji bo Îranê da, derketina welatîyan bi hêlên esmanî gelekî zehmet bûye, divê welatî serbixwe bêyî alîkarîya hikûmetê rêkên derketina ji Îranê peyda bikin.