Çavdêr dibêjin ku astengî û zehmetîya herî mezin li ber hikûmeta nû ya Îraqê hilweşandina komên çekdar û mîlîşyayên li Îraqê ye.
Piştî biryara nû ya rêberê oldar yê Şî’e Muqteda el Sedir ya hilweşandin û dûrxistina "Seraya el Selam" ji komên çekdar ên di nava Çarçoveya Hemahengîyê) de li Îraqê, Serokwezîrê nû Elî Zeydî dest bi danûstandinan ligel grûpên çekdar kir, wekî Esayîb Ehl El Heq. Vê koma çekdar îro Sêşemê ragihand ku ew bi fermî xwe ji Heşda Şe'ibî cuda dike û çekên xwe dixîne jêr desthilatdarîya dewletê.
Zeydî ji bo medyayê ragihand ku ew kar dikin ji bo ku ligel hemû alîyan bicivin da ku hemû komên çekdar werin hilweşandin.
Li gor qanûn û destûra Îraqê, divê çek tenê di dest hêzên dewletê de bin.
Rêveberê Navenda Lêkolînên Stratejîk ya Îraqî, Dr. Xazî Feysel, derbarê van pêşketinan ji Dengê Amerîka re got: "Li Îraqê nêzîkî 74 komên çekdar hene ku piştî dagirkirina Mûsilê ji aliyê Daişê ve di sala 2014'an de û kontrolkirina deverên mezin ên axa Îraq û Sûrîyê, derketin holê û berfireh bûn."
Dr. Xazî Feysel
Feysel, ku pisporekî lêkolînên ser komên çekdar li Îraqê ye, da zanîn ku "Piştî têkçûna Daişê, diviyabû rayedarên peywendîdar wan koman ji hev belav bikin û endamên wan ji nû ve têxin nav civakê an jî kesên jêhatî têxin nav sazîyên fermî yên dewletê."
Dr. Feysel bihêzbûn û berfiehbûna komên çekdar li Îraqê û ketina hemî curên çekdan di dest wan de, bi destxistina Îranê ya nav karûbarên Îraq ve girê dide.
"Lê belê, Îranê li şûna bidawîkirina wan koman, piştî têkçûna Daişê, wê bi avakirina baregeh û navendên perwerdeyê, pêşxistina şiyanên têkildarî mûşek, dron û çekên giran û sivik, û tevlîkirina hin ji wan di pevçûnên herêmî yên cûrbecûr de, û ev komên çekdar xurtir kirin û piştgiriya leşkerî û lojîstîkî ji wan re peyda kir."
Feysel got jî "Ev rasterast binpêkirina destûra Îraqê ye, nemaze madeya 9an, ku avakirina her hêzek çekdar li derveyî çarçoveya hêzên artêşa Iraqê qedexe dike."ç
Pisporê Îraqî herwiha dibîne ku "ev grûpên çekdar li Îraq û herêmê ji perspektîfa Îranê ve bûne amûreke sereke di stratejîya Îranê ya bandorkirina li Îraqê de ji hêla siyasî, leşkerî, aborî û çandî ve. Ew di qadên din ên herêmî de, wek Sûrîye û Libnanê, li kêleka hevalbendên din ên Îranê li herêmê hatine bikaranîn."
Şirovekar dide zanîn ku li ser asta herêmî, siberoja wan grûpên çekdar bi siberoja têkilî û danûstandinên Amerîka û Îranê ve girêdayî ne.
"Eger herêm dîdevanîya têgihîştin an rêkeftinên siyasî yên nû bike, ew dikare bandorê li ser asta piştgirîya Îranê ji bo van koman û rola wan a herêmî bike. Wekî din, her guhertinek navxweyî ya di nav Îranê de jî dikare bandorê li ser siberoja wan koman bike."
Nizar Heyder - Rêveberê Navenda Ragihandina Îraqî li Washington
Rêveberê Navenda Ragihandina Îraqî li Washington Nizar Heyder jî gote Dengê Amerîkayê: "Destpêka xula duwem, Serok Trump tekez kirîye ku ewê kar bike ji bo Îraq xwe ji Îranê dûr bixe, bi taybet di pirsên nakokbar de."
Heyder herwiha got: "Em niha dibînin ku bandora gotinên Serok Trump li Îraqê tê dîtin, bi taybet piştî erkdarkirina serokwezîrê nû, dosyaya ewlekarî û tekezîkirin li ser ku çek tenê di dest dewletê de be."
Çavdêr dibînin ku piştî Serokê Amerîkayê Donald Trump piştgîrîyeke bihêz da nûnerê xwe yê taybet Tom Barrack li Îraq û Sûriyê, wê çaxê ew nûner dê baladest be ku givaştinan li hikûmet û hêzên siyasî yên Îraqî bike ku çareserîyê ji grûpên çekdar re bibînin.
Raport dibêjin ku pirsa komên çekdar ên Îraqî dê heta meha Îlona bê were çareserkirin ku dema dawî ya bidawîbûna erka Hevpeymanîya Navnetewî li Îraqê ye.
Hêjayî gotinê ye ku tevî biryara Seraya el Selam û Esayîb Ehl el Heq, heta niha grûpên wekî Ketayîb Hizbullaha û koma Nuceba'i ti biryar derbarê radestkirina çekên xwe nedane.