Amerîka Hişyariyê Dide Îranê Ser Bikaranîna Gropên Çekdar Yên Terorîst Dijî Xwepêşandanên Sernaserî

Dîmen ji xwepêşandanên Îranê

Amerîka çend peyam li ser tora X'ê ya bi zimanê Farisî a Wezareta Derve ya Amerîkayê weşandin, di wan peyaman de, hişdarîyê dide Îranê derbarê bikaranîna zêde ya tunditûjîyan û tepeserkirina xwepêşandanan, ku Komara Îslamî hêzên terorîstên bi wekalet bikar tîne, herwiha tê tekezkirin ku gelê Îranê yekgirtî ye û guhertinê dixwaze.

Tevî berfirehbûna xwepêşandanên dijî rejîma Komara Îslamî ya Îranê, wezareta derve ya Amerîka ragihand ku "Amerîka nigerane derbarê raporên ku dibêjin, dibe rejîma Komara Îslamî terorîstên Hizbullah û çekdarên Îraqî ji bo tepeserkirina xwepêşandanên aştiyane bi kar anîne."

Herwiha di peyamê de hat gotin ku Komara Îslamî "bi milyaran dolarên gelê Îranê li ser terorîstên bi wekalet xerc kiriye" û hişyarî hat dayîn ku "bikaranîna Îranê ya wan hêzan dijî welatiyên xwe dê xiyaneteke a din ya mazin be ku li gelê Îranê tê kirin."

Di beşek din a peyamê de, wezareta derve ya Amerîka behsa daxuyaniyên Elî Xameneyî kir, yên li sdij xwepêşanderan û got, Xameneyî îdia dike ku xwepêşanderan "avahiyek welêt hilweşandin, da ku serokê Amerîkî razî bikin."

Peyam dibêje, "Dibe tiştê ku bi rastî Xamineyî hêrs kirîye ev e ku gelê Îranê 47 sal in derew û têkçûna vê rejîmê fêm kiriye û serokê 47emîn ê Amerîkayê niha bi wan re ye."