Wezareta Derve ya Amerîka, daxuyaniyek bi zimanê Farisî weşand û ji welatiyên Amerîkî xwest ku neçin Îranê.
Wezaretê roja Pêncşemê 8 meha yek got eger welatiyên Amerîkî sardana Îranê bikin ewê rastî metirisyên mezin ên weke teror, bêewlehî, revandin u êrişên nerewa bibin.
Brîtanya, Kanada, Hindistan û Austuralyayê jî berî niha hişyarî dan welatiyên xwe ku neçin Îranê.
Li gorî raportan, ev hişyarî ji ber rewşa navxweyî ya li Îranê hatine dayîn, ku ev nêzîkî du hefteyan e bi pêlek nû ya xwepêşandanan re, rû bi rû bûye.